Li Xezeyê êrîşên Îsraîlê dewam dikin: Yek jê zarok 3 Filîstînî hatin qetilkirin

Tevî ku li Şerîda Xezeyê agirbest hatiye ragihandin jî, êrîşên Îsraîlê dewam dikin. Li gorî komên tenduristiyê yên Filistînî, di êrîşa roja Yekşemê de yek jê zarok 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên Filistînî, Tala Cumaa Muhammed Ebu Matar a 8 salî, li Kampa Penaberan a El- Megazî ya li beşa navîn a Xezeyê di encama êrîşa Îsraîlê de bi giranî birîndar bû. Zaroka biçûk tevî destwerdanên li Nexweşxaneta Şehîdan a El Aksa  a li Deyr el-Belahê nehate rizgarkirin.

Li gorî Heyva Sor a Filistînê, di êrîşa balafirên bêmirov a Îsraîlê li ser Taxa Sabra ya bajarê Xezeyê de herî kêm 2 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Şahidên bûyerê diyarkirin ku bi 3 mûşekan êrîş kirine.

ÊRÎŞÊN KU TEVÎ AGIRBESTÊ DEWAM DIKIN

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, tevî agirbest 10’ê Cotmeha 2025’an jî di encama êrîşên Îsraîlê de heta îro herî kêm 1.098 Filistînî jiiyana xwe ji dest dan û 3. 535 kes birîndar bûn.

Wezaretê ragihand ku ji destpêka şer ve hejmara Filistîniyên ku li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 73 hezar û 221 û hejmara birîndaran jî gihîşt 173 hezar û 643’an.